Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Rêkeftina Dawî Bo Çareserîya Kêşeya Sûrî Hêvîyek e


Serokî Sûrîyê Beşar Esad îro Sêşemê got ku rêkeftina sekinandina neyartîyan “ronîyeke biçûk ya hêvî ye” ku dikare dawî li şerê pênc salan bîne.

Esad di hevpeyvîna televîzyoneke Almanî de got ku wê hikûmeta wî tiştên ku bikeve mîlê wê bike ku sekinandina neyartîyan serketî be.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî got, çend rojên pêş, di nermkirina girjî û alozîya li de Sûrîyê gelek krîtîk in.

Kerry got, ew û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov serwext in ku hin binpêkirinên agirbestê hene, lê ew naxwazin pêş bîragiştî, bi eşkereyî qala wan bikin.

Kerry bal kişand ku ewê bihêlin hêza çavdêr ya bi pêşangîya her du Amerîka û Rûsya vekolîna her bûyera şikandina agirbestê bike.

XS
SM
MD
LG