Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad û HSD Hevdu bi Xîyanetê Tawanbar Dikin


Şervanên HSD'ê li Reqa
Şervanên HSD'ê li Reqa

Serokê Sûrîyê Beşar Esad ser Kurdên ku Amerîka bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) piştgirîyê dide got ku ‘’xayînên welêt’’ in.

Esad bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bo piştgirîya Amerîka jî got ku ‘’xayîn’’ in.

‘’Ew Kurdên ku tên behs kirin tenê ne Kurd in. Herkesê ku bo welatekî biyan dixebite, ku piranîya van di bin rêvebirîya Amerîka de ne, xayînê welêt in’’ Esad got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke nivîskî bersiva Esad da. HSD’ê ragihand ku Esad sembola xîyanetê ye û bi daxuyanîyên wiha rûyê xwe yê rastîn nîşan dide

‘’Beşar Esad û bermayên ji desthilata wî, bo behskirina xîyanetê kesên dawî ne. Berpirsê hebûna tundûtujî û terora li Sûrîyê Esad e.’’

HSD’ê dîyar kir ku ew bi daxuyanîya Esad şaş nebûne ku hêzên wan ‘’dijî zorbazîya ku gel di rojên tarî de hiştiye şer kiriye û ew ji herêmê qewitandiye.’’

HSD’ê bi berdewamî da zanîn ku rejîmê kiriye ku hêzên terorê yên biyan di nav axa Sûrîyê kevin û rejîmê bi berdana terorîstên li girtîgehê kiriye ku xwîna gel birije.

XS
SM
MD
LG