Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Esad û Serhildayan li Başûrê Babê Êrîşî Hev Kirin


Di vê wêneya arşîvê de leşkerên Sûrî dijî serhildayan şer dikin
Di vê wêneya arşîvê de leşkerên Sûrî dijî serhildayan şer dikin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê li bakurê Sûrîyê, bo cara duyê bi hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad re ketin nav pevçûnan, tevî ku her du alî jî hewil dida ku nêzîkî hevdû nebin.

Pevçûn derengîya Yekşemê li nêzîkî bajarokê Tadef ya başûrê Babê qewimî û ku her du alî jî bi serê xwe dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Jêderekî hikûmeta Sûrî ragihand ku Rûsya ya pişgira xurt ya Esad e, navbeynkarî dike ku pevçûnên navbera her du alîyan were sekinandin.

Karbidestekî serhildayên Artêşa Azad ya Sûrî ji Reuters re ragihand ku serhildayan bersîva êrîşên leşkerên rejîmê dan, piştî ku wan hewil da ku nêzîkî bajarê Babê bibin.

Daxuyanîya serhildayan ragihand ku di pevçûnan de 22 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Jêderekî artêşa Sûrî jî ragihand ku “terorîstên ku Tirkîyê piştgirî dide, bi topan û tivingên otomatîk êrîşî hêzên wan yên li Tadef kirin”, lê wî derbarê kuştî û birîndaran ti hejmara nedan.

XS
SM
MD
LG