Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Heta Em Welatê Xwe Azad Bikin, Emê Operasyonan Bidomînin


Serokê Sûrîyê Beşar Esad dîyar kir ku heta ew welatê xwe azad bikin, ewê operasyonan bidomînin.

Esad da zanîn ku serketinên wan yên vê dawîyê, ne talîya pevçûnên navxweyî yên Sûrîyê ne ku 9 sal in didomin.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê di demeke kin de hema hema tevahîya Helebê bi dest xistibû.

Artêşa Sûrîyê dîyar kir ku li rojavayê bakurê Helebê bi dehan bajarok ketine bin kontrola wan û ewê bo çekdaran ji herêmê derxin, operasyonên xwe bidomînin.

Hikûmeta Sûrî ya bi piştgirîya Rûsya ji serê 2019’an vir ve hewil dide ku temamê Helebê û hin herêmê Îdlibê bixe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG