Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Tevlîbûna Agirbestê ji Putin re Piştrast Dike


Serokê Sûrî Beşar Esad ji Serokê Rûsî Vladimir Putin re piştrast kir ku Sûrîye hazir e agirbesta pêşnîyarkirî bi cîh bîne ku li ber e roja Şemîyê destpê bike.

Her du Esad û Putin îro Çarşemê bi telefonê peyîvîn û bal kişandin domandina şerê dijî grubên terorîst yên wek DAIŞ û Nusra ku di plana sekinandina neyartîyan de cîh nagirin.

Komên din yên çekdar li Sûrîyê, divê heta roja Şemîyê bersîva xwe ragihînin ku tev li agirbestê dibin yan ne.

Komîteya Bilind ya Danûstandinan ya opozisyonê gotibû ku beşdarbûna wê girêdayî cîhanîna şertên wek gîhandina alîkarîya mirovahî û sekinandina êrîşên esmanî yên dijî sîvîlan e.

XS
SM
MD
LG