Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad û Putin li Soçî Kom Bûn


Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esad roja Pencşemê li Soçî kom bûn.

Ajansa Tass, ji zarê karbidestên Kremlînê ragihand ku her du rêber ser çareserîyên siyasî bo kêşeyên Sûrîyê, danûstandinên berfireh kirine.

Ajansê dîyar kir ku her du rêberan li hev kiriye bo ku pevçûn bi dawî bibin divê rêken ser çareserîyên siyasî werin xurt kirin.

Malpera fermî ya Kremlînê jî da zanîn ku Esad di hevdîtinê ji Putin re gotîye ku îstiqrara ku li Sûrîyê zêde dibe, derîyan li çareserîya siyasî vedike.

Esad da zanîn ku hin welat îstiqrara Sûrîyê naxwazin û jiber wê karên wan zortir dibin, lê ewê bi Rûsya û hevalbendên din re gavên baş biavêjin.

Li gor daxuyanîya Kremînê, Putin jî ji Esad re dîyar kiriye ku ‘’serkeftina hêzên Sûrîyê ya dijî terorîstan rê li ber peyvajoya siyasî vekiriye’’

Her du rêber, herî dawî di Berfanbara 2016’an de li Lazqîye ya Sûrîyê kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG