Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Heta ku Alozî bi Tevahî Biqedin, Emê Şer Bidomînin


Beşar Esad

Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ku hêzên wî li Helebê nêzî têkbirina hêzên opozîsyonê ne, soza domandina şer dide, heta ku alozîya Sûrîyê ya ku pênc salan bi tevahî biqede.

Esad ev gotin îro Pêncşemê di hevpeyîna rojnameya Al Watanê ya dewletê de kir, rojeke piştî ku artêşa Sûrî ya bi piştgirîya Rûsya sê ji çar parên Heleba Kevn xist bin kontrola xwe.

Esad dîyar kir ku serkeftina li Helebê nayê wê wateyê ku şer bi dawî bûye, lê ev jibo dawîkirina şer gaveke girîng e.

Serokê Sûrîyê herwiha îdiayên li ser lihevkirina bi çekdarên opozîsyonê re jî red kir.

Hêzên opozîsyonê jibo ku sîvîl ji qadên jîyanê bi silametî derkevin agirbesteke pênc rojan pêşnîyaz dikin û soza nîqaşkirina pêşeroja Helebê didin, eger ku daxwaza wan were pejirandin.

XS
SM
MD
LG