Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Tirkîye li Bakurê Sûrîyê Dagirker E


Serokê Sûrîyê Beşar Esad, di hevpeyvîneke taybet ya bi rojnameya Kathimerini ya Yunanistanê re dîyar kir ku Tirkîye li bakurê Sûrîyê dagirker e.

Esad da zanîn ku eger maytekirina Tirkîyê tunebûya ewê kêşeya Sûrîyê zûtir çareser bûbûya û got ku Amerîka û welatên rojava naxwazin kêşeya Sûrîyê çareser bibe.


Esad di hevpeyvînê de dîyar kir ku Erdogan ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê ve piştgirîya terorîstan dike.

‘’Erdogan di serî de digot ku em alîkarîya gelê Sûrîyê dikin û penaberan diparêzin, lê paşê rûpoşa xwe danî û rûyê xwe yê rast raber kir. Ew tiştekî rind e’’ Esad got.

Esad da zanîn ku jiber ku Tirkîyê bakurê Sûrîyê dagir kiriye, bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Esad dîyar kir ku hemî hêzên ku bi rêkên neqanûnî derbazî Sûrîyê bûne, dijminê wan in.

XS
SM
MD
LG