Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Trump Dikare Bibe Hevalbendê Me yê Xwezayî


Beşar Esad
Beşar Esad

Ajansa Reuters radigihîne ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad gotiye ku eger serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump di têkoşîna li dijî terorîzmê de ji dil e, ew jixwe wê bibe hevalbendê Sûrîyê.

Esad di hevpeyvîna ligel kanala dewleta Rûsya de, ku îro Çarşemê hat weşandin, li ser serokê hilbijartî yê Amerêîka Donald Trump axifî.

“Ku Trump dê bi rastî li dijî terorê şer bike, ew jixwe dikare bibe hevalbendê me yê xwezayî. Axaftinên Trump yên dema kempeyna hilbijartinan cîhê kêfxweşî ye.”

Esad pesna gotinên Trump da ku ku gotibû "ewê dijî Îslamîyên tundrê şer bike û xwe nexe karên navxweyî yên dewletên din."

Lê, Esad gumana xwe jî dîyar kir ku ew nizane Trump birastî wan sozên xwe bi cîh bîne yan ne.

XS
SM
MD
LG