Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şebab: Armanca Êrîşa Mogadîşû Xebatkarên Tirk bûn


Rêxistina tundrew ya El Şebab, berpirsîyarîya êrîşa roja yekşemê ya ku li Mogadîşû pêk hatibû, bi peymak dengî girt ser xwe.

Berdevkê rêxistinê Ali Mahmud Raci, roja Duşemê di radyoya 'Andalus' de daxuyanîyek belav kir û got ku xebatkarên Tirk armanca êrîşê bûn.

Wî jibo bi dehan qurbanîyan misliman yên Somaliyê jî lêborîn xwest.

Di peyama deng de berdevkê El Şebabê îdia kir ku Tirkîye bi awayek neheq hebûnên Somali ji xwe re dike mal.

"Kesên ku jibo rêveberiya Tirk re dixebitin dijminên me ne" got Racî.

Di êrîşa ku roja Yekşemê li Mogadîşu pêk hat, 2 welatîyên Tirk jî nav de herî kêm 81 kes hatin kuştin û 200 kes birîndar bûn.

Êrîş li dor rêya ku ji aliyê kampeyneka Tirk ve tê çêkirin pêkhat.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG