Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed li Mizgefteka Şamê Nimêja Cejnê Dike


Serokê Sûrî Beşar El Esed nimêja cejnê li mizgefteka Şamê kir, ku cara yekemîn e serdana cihekê giştî bike piştî teqîna Şamê li meha bihurî ku bû sedema kuştina çar karbidestên bilind yên dewletê.

Medyaya ser bi dewletê wêneyê Esed belav kir ku roja Yekşemê li mizgefta El Hemed ligel karbidestên hikûmetê nimêja cejnê kir. Di gotarekê de, îmamê mizgeftê got ku Sûrîye qurbaniya planeka Amerîka, rojava, û Erebên Sunnî ye.

Cîgirê Serokê Sûrî Farûq El Şara di nimêjê de amade nebû.

Serhildayên Sûrî dibêjin ku El Şara, ku Sunnî ye, ji hikûmetê cûda bûye. Lê belê hikûmeta Şamê ragihandina cûdabûna El Şara red dike.
XS
SM
MD
LG