Li çarçova operasyona rejîma Beşar el Esed bo kontrolkirina deverên bin destê serhildayan, leşkerên hikûmetê evro Çarşemê dest bi ser bajarokekê başûrê Şamê girt, piştî kontrolkirina çar bajerokên dî, li gor ajansa Associated Press
Bo pitir ji salekê, bajarokên başûrê Şamê bingehekê bihêzê hêzên serhildayan bûn û rêyeka serekî bûn bo veguhastina çekên opozîsyonê.
Lê hêzên hikûmeta Sûrî, bi piştgirîya çekdarên komela mîlîşîya Lubnanî Hizbullah, û çekdarên Şîa yên Îraqê, li çend hefîyên borî karîbûn bajarokên rex û çanêt Şamê kontorl bikin û desthilata xwe li paytextê qayim bike.
Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî ragihand ku arteşê evro Çarşemê bajarokê El Hîcre kontrol kir, lê belê hêşta şerê serhildayan dike li derdora wî bajarokî.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan jî kontrolkirina El Hîcre ji layê rejîmê ve piştrast kir, lê belê ragihand ku hêzên biçûk yên serhildayan li rex û çanêt wî bajarokî şerê hêzên rejîmê dikin.
Herwiha Televîzyona Meydaîn ya Lubnanî, ku payamhinêrê wan ligel hêzên rejîmê bû, di weşana rastexwe ye wêneyên bajarokekî belav kir û ragihand ku wêneyê bajarokê El Hîcre ye piştî kontorlkirina wê ji layê hêzên rejîmê ve.