Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Hatine Girtin


Dadgeheke biryara girtina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Sadîye Eser û Sadik Topaloglu da ku ew di 29'ê Mijdarê de li Stenbolê hatibûn binçav kirin.

Her du rojnameger tawanên dijî xwe qebûl nekirin û dîyar kirin ku ew rojnamegerîyê dikin.

Dadgehê, piştî parastinên rojnamegeran bi îdîaya “Endamtîya rêxistinê terore” biryara girtîna wan da.

Ozcan Kiliç, parêzerê Eser û Topaloglu anî ziman ku kesên ser her du rojnamegeran îfade daye, rojnamevanan nas nakin.

“Her du rojnameger bi hecetên bê bingeh hatine girtin. Kesê ku dijî wan îfade daye Eser û Topaloglu nas nake. Polîs wêne ji wî re nîşan didin û ew jî dibêje dişibin wan kesan. Lê, ew navên rojnamegeran jî nizane. Ev kes îdîa dike ku û dibêje ez bawer dikin Ajansa Mezopotamya girêdayî Koma Civakên Kurdîstanê (KCK) ye.

Dîsa hin sedemên weki stranên Kurdî û parvekirinên medya civakî jî weke sûc hatiye dîtin.”

Kiliç dibêje ku ewê jibo serbestkirina Eser û Topaloglu serlêdanên hiqûqî bikin û dibe ku ew heta meha Adar yan jî Nîsanê li girtîgehê bimînin

Li alîyeke din, nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Bêrîvan Altan jî piştî binçavkirina 8 rojan derket pêşberî dadgehê. Dozgerîyê bi îdîya “Endamtîya rêxistina terorê” Altan sûcdar kir, lê ew bi şerta kontrola dadwerî berda.

Hêjayî birxistinê ye ku Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad di rapora xwe ya meha Mijdarê de dîyar dike ku 12 rojnamevan hatin binçav kirin û 4 jî hatin girtin.

Di raporê de herwiha tê dîyar kirin ku 5 rojnameger rastî êrîşan hatine. Dîsa, darizandina 51 rojnamevanan jî didome û ji 12 kes re jî 45 sal û 15 roj cezayên zindanê hatine dayîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

XS
SM
MD
LG