Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eskenderî: Ne Dûr e Piştî Hilbijartinan Îran Nermîyê Nîşan Bide


Eskenderî: Ne Dûr e Piştî Hilbijartinan Îran Nermîyê Nîşan Bide

Serokê Amerîka Barak Obama di nav gotara xwe ya salane de got li hember Îranê cîhan yekgirtî ye, û Îranê diçe û zêdetir goşegîr dibe.

Serok Obama got ceza dê li ser Îranê berdewam bin heta ew programa xwe ya navokî radigire û erkên xwe yên navneteweyî bicîh dike.

Hevdem, Serokê Amerîka da zanîn ku şîyan heye pirsgirêka navokîya Îranê bi rêka aştîyane bê çareser kirin.

Serbaret wan gotinên rêzdar Obama, nivîskar û lêkolerê sîyasî, Ehmed Eskenderî got ne dûr e piştî hilbijartinan Îran di encama wan fişaran de helwêsta xwe nerim bike.

Rêzdar Eskenderî ew gotin di nav hevpeyvînekê de bo Dengê Amerîka kirin ku hevkar Kawe Kurmanc pêkaniye. Bo guhdarîkirina wê hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG