Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Jibo Rêgirîya Êrîşên Ser Hêzên Xwe, Emê Gavên Pêşîgir Bavêjin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro got ku ew amade ne ku pêngavên leşkerî yên pêşîgir bavêjin da ku rê li ber êrîşên nû yên dijî hêzên Amerîkî bigirin.

Wî dîyar kir ku reng e mîlîşayên bi piştgirîya Îranê dikarin di demên pêş de êrîşên nû li dijî hêzên wan li Rojhilata Navîn bikin.

"Rewiş êdî guherîye û em hazir in ku jibo parastina hêzên xwe û berjewendîyên xwe û yên hevkaran hemî gavên pêdivî bavêjin," Esper got.

Di mehên Mijdar û Berfanbarê de, dijî bingehên leşkerî yên Îraqê ku hêzên Amerîkî bi kar tînin, bi dehan êrîş pêk hatibûn.

Washingtonê ji êrîşa li Kerkûkê ku kontratvanekî Amerîkî tê de hatibû kuştin û jimereke din jî birîndar kiribûn, Ketayîb Hîzbullah ya mîlîşaya Şîa tawanbar kiribû.

Amerîka wek bersîvdana wê êrîşê, Ketayîb Hîzbullah bi firokan kiribû armanc û 25 çekdarên wê kuştibûn û 55 çekdarên wê jî birîndar kiribûn.

Alîgirên Ketayîb Hîzbullah roja Sêşemê jibo protestokirina êrîşên Amerîkî derketibûn kolanan û bi dirûşmên wek “Mirin ji Amerîka re” meşîbûn pêş balyozxaneya Amerîkî û bi keviran êrîş biribûn ser wê û kamerayên çavdêrîyê şikandibûn.

Serokê Amerîka Donald Trump Trump Îran bi rêvebirina êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî sûcdar kiribû û Tehran hişyar kiribû ku ewê berdela kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bide.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG