Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper ji Mehdî Dixwaze ku Êrîşên Dijî Bingehên Amerîkî li Îraqê Rawestîne


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Duşemê daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî kir ku jibo parastina bingehên leşkerên Amerîkî li Îraqê gavan bavêje.

Esper di axaftina telefonî de ji xembarîya ser zêdebûna êrîşên roketî yên ser bingehên ku hêzên Amerîkî li wir hene, dîyar kir û ji Mehdî xwest ku tedbîrên pêdivî bigire.

Daxwaza Esper di vê demê de tê ku karbidestekî bilind yê Amerîkî hefteya borî hişyarî dabû ku êrîşên ji alîyê komên çekdar yên ser bi Îranê rê li ber kêşe û tevlihevîyên mezin vedike.

Ofîsa Mehdî ragihand ku Serokwezîrê Îraqê hişyarî da Esper ku ji gavên yekalî dûr bisekine ku dikarin serwerîya Îraqê binpê bikin û wî welatî têxin rewşa xirabtir.

XS
SM
MD
LG