Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Operasyona Tirkîyê ya Dijî Bakurê Sûrîyê Zararê Bide Leşkerên Amerîkî


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ser axaftina Mark Esper û hevtayê wî yê Tirk Hulusî Akar daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Lİ gor daxuyanîyê, Esper ji Akar re gotiye ku dibe ku operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê zararê bide leşkerên Amerîkî.

‘’Wezîr, qîmeta ku dide peywendîyên dualî yên stratejîk piştrast kir, lê rîskên operasyona Tirkîyê hene ku bo wî welatî encamên cidî çêke’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku Esper, Tirkîye bi awayekî tund Tirkîye teşwîq kiriye ku operasyoan dijî rojhilata bakurê Sûrîyê nedomîne.

Pentagonê da zanîn ku Esper diyar kiriye ku ‘’operasyona nekordînekirî’’, dê bi awayekî eşkere bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) rîskan çêke.

XS
SM
MD
LG