Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper Piştgirîya Karanîna Hêzên Leşkerî ya Hember Xwepêşandanan Nake


Wezîrî Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Çarşemê got ku ew piştgirîya zindîkirina qanûna Insurrection Act nake ku rê li ber şandina hêzên Zerevanîya Netewî li hember xwepêşandanan vedike.

“Karanîna hêzên Zerevanîya Netewî ya wek hêzên ewlekarîyê, divê wek rêka herî dawî ya berdest be û tenê di rewşên pir awarte û dijwar de were xebitandin. Em niha ne di rewşeke wiha de ne,” Esper bi preskonferansê de got.

Serokê Amerîka Donald Trump gefan kiribû ku ewê hember xwepêşanderên girseyî hêza leşkerîyê bi kar bîne.

Li gor qanûnên Amerîkî, hêzên leşkerî li hindûrê welêt wek polîs nayê karanîn, lê tenê qanûna Insurrection Act sala 1807an dihêle ku leşkerîya Amerîkî di bersîvdana rewşên awarte de were xebitandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara dawî di sala 1992’yan de, di alozîyên bûyera Rodney King de li bajarê Los Angeles hêzên leşkerî hatibû karanîn.

XS
SM
MD
LG