Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper li Brukselê Êrîşa Tirkîyê ya Ser Sûrîyê bi NATO re Gotûbêj Dike


Mark Esper

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper li ber e îro Pêncşemê li Brukselê êrîşa Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê û şerê dijî DAIŞ'ê bi hevkarên NATOyê re gotûbêj bike.

“Tirkîyê em xistin rewişeke pir xeter e. Bi nêrîna min êrîşa wan ne rewa ye. Hevbenda me ya NATO'yê Tirkîyê, ber bi rêyeke şaş ve dihere. Em dibînin ku ew ji Rojava dûr dibin û xwe nêzîkî Rûsyayê dikin ku ew jî cîhê mixabinê ye,” Esper li Brukselê ji sazîyeke ramyarî re got.

Hîn nayê zanîn ku ger NATO dikare bersîvdaneke yekhelwestî bide Tirkîyê jiber ku Tirkîyê tevî hemî hişyarî û rexneyan ket nav bakurê rohilata Sûrîyê.

Welatên Ewrupî ji sîyaseta derve ya Trump, ku nayê pêşbînî kirin, gelek nerazî ne ku bersîvdaneke hevbeş bidin Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG