Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Li Sûrîyê Dê bi Qasî 600 Leşkerên Amerîkî Bimînin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mike Esper dîyar kir ku vekişandina leşkerên Amerîkî yên li rojhilata bakurê Sûrîyê temam bûye.

Bi vî awayî li seranserê Sûrîyê bi qasî 600 leşkerên Amerîkî mane.

Serok Donald Trump, di meha Cotmehê de piştî ku Tirkîyê dîyar kiribû ku ewê dijî rojhilata bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike, dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî ji herêmê vekişîne.

Li ser biryara Trump, hin endamên Kongresê nerazîbûn nîşan dabûn û bal kişandibûn ser rewşa Kurdên Sûrîyê û têkoşîna wan ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ)

Ji wê demê vir ve hejmara leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê 40 ji sedê kêm bûn û daket dora 1000’î.

Esper da zanîn ku dê li Sûrîyê bi qasî 600 leşkerên Amerîkî bimînin û got ku li gor pêwîstîyê dibe ku hejmara leşkerên wan yên li Sûrîyê were guherandin.

Wî dîyar kir ku ger dewleteke NATO 50 leşkeran bişîne ewê 50 leşkerên xwe vekişînin.

XS
SM
MD
LG