Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Esper Berî Hilcivîna NATO Tirkîyê Hişyar Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper berî Hilcivîna NATO, ku îro Sêşemê destpê dike, Tirkîye hişyar kir.

Esper da zanîn ku divê Tirkîyê rê li ber plana NATO ya bo berevanîya Polonya û welatên Baltik negire.

Medya navneteweyî radigihîne ku ger Tirkîye bo planên xwe yên li Sûrîyê ji NATO piştgrîyê nestîne dê rê li ber planên wê yên bo Polonya û welatên Baltik bigire.

Esper dîyar kir ku gotinên Tirkîyê yên ser gefên dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATO ve nayê qebûl kirin û da zanîn ku ewê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorî’’ nebînin.

‘’Herkes naxwaze ku li gor rojeva Tirkîyê tevbigere. Herkes gefan wek ku Tirkîye dibîne nabîne’’ Esper got.

Peywendîya Washington û Enqerê ew demek e jiber kirîna sîstema S-400 ji Rûsya ketiye alozîyê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG