Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsolosê Amerîkî Espinoza Ser Pêvajoya Çareserîyê Geşbîn e


Malayziya Ukrainada urib tushirilgan samolyotda o'lgan yo'lovchilarga motamda
Malayziya Ukrainada urib tushirilgan samolyotda o'lgan yo'lovchilarga motamda
Konsolosê Amerîkayê yê Edenê John Espinoza, roja Sêşemê li Dîyarbekirê, li Konên Fitarê beşdarê şîva fitarê bû û ligel Şaredarê Sûrê xwarinê li kesên bi rojî belav kir.

John Espînoza da zanîn dostanîya nav Tirkîye û Amerîkayê, li Dîyarbekirê jî xwe nîşan daye û ji Pêvajoya Çareserîyê hêvîyan wan yên mezin hene.

Birêz Espînoza got, bi destpêkirina vê pêvajoyê li Tirkîyê bûyerên tûnd rû nadin. Wî geşbînîya xwe dîyar kir ku ew pêvajo dê serkeftî be.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî ji Dengê Amerîka re got, ew jî dilxweş in ku Pêvajoya Çareserîyê destpêkirîye, lê divê Tirkîye piştî cejnê gavên berbiçav bavêje.

Demîrbaş herwiha balê da ser girîngîya Kongreya Neteweyî jî û got “Ev Kongre xewna Kurd û Kurdîstanîyan e û jibo azadî û pêşketina Rojhilata Navîn jî derfetek baş e. Lazim e hemû hêzên navnetewî piştgirîyê bidin vê kongreye."
XS
SM
MD
LG