Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Etihad Dest bi Firînên Îsraîlê Kir


Firoka Etihad Airway

Kompanîya Etihad Airways ya dewleta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îro Sêşemê di navbera Ebu Dhabî û paytexta Îsraîlê Tel Avîvê de dest bi firînên bazirganî û rewîtîyê kir.

Ev firîna dîrekt ya herî dawî ya navbera her du welatan e ku sala borî dest bi peywendîyên dîplomatîk kiribûn.

Balyozê Îmaratê li Îsraîlê Mihemed El Khaca û berpirsê mîsyona Îsraîlê li wî welatî Eitan Naeh di firîna destpêkê de amade bûn.

Ajansa medyaya dewleta ya Îmaratê, WAM ji zarê balyoz Khaca şîroveyên wî yên ser mijarê ragihand.

"Dema ku welatên me ji pandemîya COVID-19 rizgar dibin, di danûstandinên bazirganî, dîplomatîkî, teknolojî, saxlemî û turîzmê de em pêşketinên pir tiştan hêvî bikin," Khaca got.

Etihad Airways dîyar kir ku ewê di destpêkê de di navbera Tel Avîv û Ebu Dhabî de, du firînên heftane pêk bîne.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî herwiha Îsraîl xist nava lîsta kesk ku hemwelatîyên wan dewletan ne hewc eye ku têkevin karantînayê.

Kompanîyên din yên firînan yên her du welatan jî firînên rasterast dabûn destpê kirin.

Tevî pandemîya heyî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo turîstên Îsraîlî bûye cîhekî populer.

Îmaret û Îsraîl di nav welatên ku xwedî bernameyên vaksînlêdanên COVID-19 yên herî bilez yên cîhanê ne.

Hejayî bîrxistinê ye ku Îmaret û Bahreyn, di çarçoveya peymana bi navbeynkarîya Amerîka ya Îlona borî de, peywendîyên xwe bi Îsraîlê re normal kirine.








XS
SM
MD
LG