Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etopya Banga Amerîka ya Vekişîna ji Tigray Red Dike


Dimeneke hêzên kikûmeta Etîyopya yên li herema Tigray

Hikûmeta Etopya banga Amerîka ya vekişandina hêzên xwe ji herêma Tigray red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li Etopya kiribû ku hezên xwe demûdest ji eyaleta Tigray paş ve bikişîne.

Wezareta derve ya Etopya wek bersîvdana banga Blinken got ku ev mijarekek e ku hikûmeta Addis Ababa biryarê bide, ne hêzeke bîyanî.

Wezaretê ragihand ku divê bi zelalî were zanîn ku mijarên wiha tenê berpirsîya hikûmeta Etopî ne.

"Hikûmeta Etopya mîna hemî hikûmetên neteweyên serwer, jibo rêvebirina welêt xwedîyê prensîbên cûrbecûr ya rêxistinî ye û bo karanîna wan tenê li ber gelê Etopyî berpirs e."

Wezaretê bi berdewamî got ku ku divê ti welatekî bîyanî hewil nede ku maytekirina karên wê yên navxweyî bike.

Pevçûnên di navbera hezên hikûmeta federal ya Etopyî û hezên TPLF - partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray di 4'ê Mijdarê de destpê kiribûn.

Hikûmetê serokwezîr Addis Ababa piştî şerê nêzî mehekê ya bi TPLF re berdevam kir, di 28'ê Mijdara 2020'an de serketina xwe ragihand.

Lê, li gor çavkanîyên serbixwe yên navneteweyî pevçûn hîn didomin û fikarên ser çarenivîsa 6 mîlyon welatîyên Tigray jî mezin dibin.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xweya mirovahî ya herî dawî de, li ser rewşa Tigray dibêje ku 'rewşa mirovahî ber bi xirabî yê ve diçe' jiber ku şer li seranserê herêma bakur dijwar dibe.

XS
SM
MD
LG