Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etopya li Seranserî Welat Rewşa Awarte Radigîhîne


Hikûmeta Etîpyayî roja Sêşemê li seranserî welêt rewşa awarte ragihand, di vê demê de ku pevçûnên bi hêzên Tigray re didomin û alozîya li bakurê wî welatî gurtir dibe.

Medyaya Fana ku girêdayî hikûmetê ye li ser hesabê xwe ya Twitterê daxuyanîya hikûmetê parve kir .

“Konseya wezîran bi destpêka roja Sêşemê 2yê meha 11ê li seranserî welat rewşa awarte radigihîne,” Fana ragihand.

Li gor wê daxuyanîyê, Meclîsa Nûnerên Civatan tê çaverê kirin ku ragihandina rewşa awarte di 24 seatan de bipejirîne.

Ajansa Reuters roja Sêşemê ji zarê hikûmeta Etopyayê ragihand ku Hêzên Enîya Rizgarîya Gelê Tîgray (TPLF) hin dever bidestxistine û difikirin ku derbazî paytext Addis Ababayê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku ji rûniştvanên paytextê re hatiye gotin ku bo hilgirtina çekan navên xwe tomar bikin û bo parastina bajêr xwe amade bikin.

Ew salak e hikûmeta fedaralî ya Serokwezîr Abiy Ahmed li diji Hêzên Tigrayê li herêma Tigrayê şer dikin.

Roja Sêşemê nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbuyî bo Şaxê Afrîqayê Jeffrey Feltman li Enstîtûya Aştîyê ya Amerîkayê axifî û got pirtir ji 900,000 kes li herêma Tigray rûbirûyê birçîbûnê ne û 90% kes jî li benda alîkarîyê ne.

XS
SM
MD
LG