Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Etopya li Xartumê bi Berpirsên Sivîl û Leşkerî yên Sudanê Civî


Abiy Ahmed li firêngeha Xartumê
Abiy Ahmed li firêngeha Xartumê

Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed li Xartum ya Sudanê bi berpirsên leşkerî û rêberên rikeberîyê re, di hevdîtinên cihê de kom bû.

Yek ji rêberên Konseya Leşkerî ya Demkî Şems El Dîn Qabbaşî li firîngeha Xartumê pêşwazîya Abiy Ahmed kir.

Abiy Ahmed piştre li Balyozxaneya Etopya bi komên opozîsyonê re hevdîtin kir.

Ofîsa Abiy Ahmed ragihand ku ew dixwazin li Sudanê aramî çêbe û rêka pêşî jî avakirina yekîtîyê ye.

Opozîsyon dide zanîn ku roja Duşemê di êrîşên dijî protestoyan da 113 kes hatine kuştin, lê hikûmet dîyar dike ku tevî 3 karbidestên ewlekarîyê 61 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG