Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Pilanên Brexitê Radigihîne lê Dibêje Renge Kar Rastî Dijwariyan Bibin


Hikûmeta Brîtanî pilanên derketina ji Ewrupa, ku bi navê Brexit tê nasîn, bi hin boneyên taybet ên şeva 31ê vê mehê ragihandin, lê wezîrê xezîneyê got wê hin kertên kar di encamê de rastî dijwariyan bibin.

Sajid Javid îro Şemiyê di hevpeyvînekê de ji Financial Times re got ku wê pîvanên Brîtanya di siberojê de ne li gor yên Ewrupa bin û ev guhertin renge ziyanê bigihînin hin karan.

Niha Yekîtiya Ewrupî mezintirîn hevkara bazirganî ya Brîtanya ye.

Brîtanya wê şeva 31ê vê mehê bi awakî fermî ji Yekîtiya Ewrupî derkeve, lê wê bo 11 mehên din biryarên Yekîtiyê bişopîne, wek qonaxeke veguhêz ta dawiya salê.

Wê Brîtanya yekem welat be ku dest ji Yekîtiya Ewrupî berde.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson pilan dike ku axaftinekê wê şevê pêşkêş bike, piştî daniştineke taybet a hikûmetê li Englandê.

Hikûmet wê her wiha roniya demjimêrekê bide ser cihê mayîna serokwezîr li cadeya Downing a Londonê ku wê demê bijmêre ta 11 êvarî, dema fermî Brexitê.

XS
SM
MD
LG