Lînkên eksesibilîtî

Yekêtiya Ewropa bi Yasayekê Rê li Hembr Malê Erzan Yê Çînê Digire


Parlamena YE li bajarê Strasburg

Roja Çarşemê palamenê Yekêtîya Ewropa bi piraniya dengan biryar girt ku, givaşan bêxin ser yasayên bazirganî û azadiya wê ya hatina malê Çînê yê erzan û koalîte xerab bo welatên Yekêtiya Ewropa.

Yasaya ev çend sale di parlamena Ewropa de, kar liser tê kirin, rêyek nû vedît bo rêgirtina li hember anîna malê Çînê yê erzan û xeniqandina bazarî bi malê erzan yê ji cîhana siyan tê anîn û bandorek xerab liser rewşa bazarê cîhanî çê dike.

Cecilia Malmström, Komsiyara YE ya berpirs ji pirsên bazirganî li bajarê Strasburg berî dengdanê got "Ev yasa dê rê xweş bike bo malê welatên Ewropa bikeve di berîkanek xûrt de li bazarên cîhanî".

Weke reaksyon derbarê yasaya palamena Yekêtiya Ewropa wezîrê Bazairganî yê Çînê got, yasya nû ya YE li dij siyaset û bingehên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî"ye.

Ewropa Çînê derbarê binpêkirina bend û bingehên Rêxistina Cîhanî ya Bazirganiyê tawanbar dike û dide znaîn ku Çîn, pirkirina bazar bi malê xwe yê zûr û bilez di xeniqîne, herweha Çîn pêgiriyê bi şert û mercên parastina jîngehê nake.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG