Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasdarên Îranê Binavkirina YE ya Wê Wek Rêxistineke Terorîst Şaş Dibînin


Fermandarê Pasdarên Îranê general Husên Selamî
Fermandarê Pasdarên Îranê general Husên Selamî

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê roja Şemîyê hişyarî da Yekîtîya Ewrupî li dor binavkirina wê wek grûpeke terorîstî û got ew şaşîyek e.

Endamên parlemana Ewrupî roja Çarşemê deng da ku Pasdarên Îranê bixin nav lîsta terorê ya 27 welatan ji ber "çalakiya wê ya terorîstî, tepeserkirina xwepêşanderan û şandina wê ya dronan bo Rûsyayê".

Dengdan ne biryareke pêgir e lê tê di demekê de ku wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrupî hefteya bê li ser tundkirina cezayên li ser komara Îslamî gotûbêjan dikin.

Li gorî malpera Sepah News, fermandarê Pasdaran, general Husên Selamî, di yekem gotinên xwe yên derbarê pêngava Yekîtîya Ewrupî de, got: "Eger Ewrupî şaşiyekê bikin, divê ew encamên wê bidin ber çavan."

Selamî got Yekîtîya Ewrupî "hizir dike ku bi daxuyaniyên wiha dikare vê artêşa mezin bihejîne."

Wî got, "Em ti carî ji gefên bi vî rengî nîgeran nabin û ne jî li gorî wan tevdigerin, ji ber ku bi qasî dijminên me derfetê didin me em kar bikin, em bihêztir tevdigerin."

Pasdar serpereştiya hêza nîv leşkerî ya Basîc dikin, ku hatine belavkirin li dijî xwepêşandanên Îlonê yên dijî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî, piştî girtina wê bi tawana binpêkirina pîvanên cil û bergên jinan ên Îranê.

Desthilatdarên Îranê dibêjin, di xwepêşandanan de bi sedan kes, di nav wan de endamên hêzên ewlehiyê jî hene, hatine kuştin û bi hezaran jî hatine girtin.

Pasdarên ku demek kurt piştî Şoreşa Îslamî ya sala 1979an hatin damezrandin, fermanên xwe ji rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî werdigrin û bi hêzên xwe yên bejayî, deryayî û esmanî serbilind in.

Amerîka hêza Pasdaran û baskê wê yê biyanî, Hêza Quds, xistine lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst ên biyanî".

Daxuyaniyên Selamî hatin dema ku wî pêşwaziya serokê parlamena Îranê Mihemed Baqir Xalîbaf, fermandarê berê yê hêza esmanî ya Pasdaran kir.

Li gorî rapora Sepah News, Xalîbaf got: Em li parlemanê amade ne ku bi tundî li dijî her kiryareka ku hewl bide ziyanê bigihîne hêza Pasdarên şoreşgerî yên Îslamî û rastiyê berovajî bikin, rawestin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG