Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlemana Ewrupî Sassoli Mir


Serokê Parlemana Ewrupî David Sassoli îro Sêşemê li nexweşxaneyekê li Îtalyayê mir, ofîsa wî ragihand.

Sassoli, ku 65 salî bû, ji 26'ê meha borî ve hatibû rakirin bo nexweşxaneyê, berdevkê wî Roberto Cuillo dîyar kir.

Di dema dawî de rewşa saxlemî ya sîyasetvanê Îtalî yê sosyalîst û rojnamevanê berê ji bajarê Florensayê xirab bûbû. Ofîsa wî do Duşemê got ku sîstema laşê wî ya berevanîyê têk çûbû.

Hêjayî gotinê ku Sassoli ji sala 2019'an bûbû serokê parlemana 705-kursî ya Yekîtîya Ewrupayê (YE). Di gotara xwe ya pêşîn de, wî bang li Ewrupîyan kiribû ku şerê vîrusa nasyonalîzma tund bikin û herwiha banga reformkirina qanûnên koçberî û penaberîya sîyasî yên YE kiribû.

XS
SM
MD
LG