Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ji Rûsyayê Daxwaz Dike Ku Peymana Genim A Derya Reş Nû Bike


A tractor collects straw on a field in a private farm in Zhurivka, Kyiv region, Ukraine, Aug. 10, 2023.
A tractor collects straw on a field in a private farm in Zhurivka, Kyiv region, Ukraine, Aug. 10, 2023.


Berpirsekî radebilind ê Yekîtiya Ewropî roja Şemiyê ji Rûsyayê xwest ku peymana genim nû bike da ku rê bide hinartina ewle ya genimê Ukraynayê bi rêya benderên Deryaya Reş, piştî ku Rûsya meha borî ji peymanê vekişiya.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropî Valdis Dombrovskis got ku qedexeyên Rûsyayê li ser barkirina genimê Ukraynayê bi ser Deryaya Reş re ne tenê ji bo Kîev, lê ji bo gelek welatên pêşkeftî jî pirsgirêk e.

Dombrovskis, ku ji bo beşdarbûna civîna wezîrên bazirganiyê yên G20 li Hindistanê ye, got Rûsya "genim wekî çekekê bikar tîne".

"Em piştgiriyê didin hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê yên li ser destpêşxeriya genimê Deryaya Reş," wî ji rojnamevanan re got, û anî ziman ku Yekîtiyê rêyên bazirganiyê yên alternatîf, ku jê re rêyên hevgirtinê jî tê gotin, ji Ukraynayê re peyda dike ji bo dexl û hinardeyên din.

Tirkiyê hewl dide Moskoyê razî bike ku vegere peymana ku salekê berê bi navbeynkariya Enqerê û Neteweyên Yekbûyî hatibû îmzekirin û meha borî bidawî bû. Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Pêncşemê ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re got ku Rûsya dê vegere rêkeftinê tenê eger Rojava erkên xwe yên li hember Moskoyê bicih bîne.

Dombrovskis got ku ji dema ku peymana Deryaya Reş qediya, dora 45 mîlyon ton genim, tovên zeyt û berhemên têkildar bi rêyên alternatîf di ser Polonya û Romanya re hatine hinardekirin, ku pêwîstiyên girîng yên jiyanê ji Ukraynayê re peyda dikin.

Yekîtiya Ewropî bi alîkariya berevanî, darayî û alîkariyên din piştgiriya Ukraynayê dike, bi mebesta derxistina "leşkerên rûsî bo derveyî sînorên navneteweyî yên Ukraynayê," wî got.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG