Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Toleyên Dijî Rûsya bo 6 Mehên Din Dirêj Dike


Yekîtîya Ewurpa (YE) toleyên dijî Rûsya yên jiber şerê li Rûsya ragihandibû îro Înê 6 mehên din dirêj kir.

YE hazirîyê dike ku dijî Rûsya toleyên nû jî ragihîne.

Yekîtîyê toleyên pêşî yên dijî Moskowê di sala 2014’an de piştî hêzên Rûsî ketibûn Qirimê ragihandibûn.

Ew tole di 8 salên borî de tim bo 6 mehan hatin dirêj kirin.

Bi şerê Rûsya û Ukrayna re, ku di Sibata sala borî de destpê kir, YE toleyên dijî Rûsya berfireh kirin.

YE’ê ji destpêka şer heta niha 9 paketên toleyan ragihandine.

XS
SM
MD
LG