Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupî Dibêje Sûriyê ji Bo Vegera Penaberan ne Aram e


Berpirsên Yekîtiya Ewrupî YE li Broksilê dibêjin ew bawer nakin ku Sûriyê ji bo vegera xelkê penaber aram e .

Axaftina wan tên wek bersiva hewlên Rûsya ku penaber vegerin û civaka navnetewî di nûavakirina Sûriyê de beşdar be.

Wezîrên YE wê vê mijarê hefteya bê li Nemsa gotûbêj bikin.

Berpirsên YE pêşbîniya wê yekê dikin ku li ser nerîna xwe bimînin û çi pereyan ji bo nûavakirina Sûriyê xerc nekin heta ku serok Beşar Ese li ser desthilatê ye û leşkerên Rûsî û Îranê nahêlin hêzên opozisyonê di desthilatê de beşdar bin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, berî axaftina li gel rawêjkara Almanî Angela Merkel gotibû divê hertiştê pêwîst ji bo vegera penaberan bibe.

Berpirsekî YE got:

“Lê hîn rewş ne duriste. Rûsya dixwaze em pereyan bidin lê Sûriyê di bin desthilata Esed de ne aram e.”

XS
SM
MD
LG