Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamena Yekîtîya Ewrupa Jean-Claude Tirkiye Rexne Dike


Serokê PE, Jean-Claude Juncker, li gel hejmarek serokên Ewrupa

Serokê Yekîtiya Ewropa Jean-Claude Juncker roja Çarşemê di axiftineke xwe de, helewesta Tirkiyê li hember helbesta Komîkê rexnegir yê Alman Jan Boehmermann di TV de, rexne kir.

Juncker dibêje ewê YE ti caran nirxên xwe radest neke li hember peymana bi Tirkiyê re, ya taybet di warê penaberan de.

Juncker li hember parlamena Ewrupa da zanîn ku, dialog riya herî başe ya gehştina çareseriyan bi Tirkiyê re, ji wana pirsa Komîkerê rexnegir yê Alman, dema di TV yê de, serokê Tirkiyê Recep Tayp Erdogan biçûk xist bû.

Li bajarê Fransa Starsburg Juncker li hember endamên 28 welatên beşdar di parlamena YE de, got "Ez tê nagihm çima balyozê Almaniya li Tirkiyê yekser piştî stiranek komîk, tê bangkirin" .

Juncker berdewamî bi axiftina xwe da û got"Ev dê nikar be Tirkiyê nêzîkî me bike, ev dê pitir me ji hev dûr bike".

Dozgeriya Almaniya hefteya derbasbûyî doz li dij Jan Boehmermann, 35 salî vekir bû, jiber ku wî di stiranek komîkî ya TV ya Almanî de, serokê Tirkyê Recep Tayp Erdogan biçûk xist bû, Jan li xwe mukir hat ku, gotinên wî sînorên azadiya peyv û ramanê li Almaniya derbas kirin û lêbûrîna xwe xwast bû.

XS
SM
MD
LG