Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Almaniya bi Regezperistîya Roşenbîrî Tawanbar Dike


Reuter roja çarşemê li gur ajansa Anadul (AA) ya dewleta Tirk ragihand ku wezîrê Tirk yê berpirs ji têkiliyên bi Yekêtiya Ewropa re, roja çarşemê di daxuyaniyekê de Günther Oettinger komîsyonerê Yekêtiya Ewrupa yê jibo karên Aburî û Civakî ku kesekî Almane rexne dike û wî bi regezperistiya roşenbîrî tawanbar dike.

Komîsyoner Günther Oettinger di daxuyaniyeka xwe de got bû, Tirkiye di dema serokatiya Recep Tayyib Erdogan de nabe endam di Yekêtiya Ewrupa de.

Omer Çelik wezîrê Tirkiyê berpirsê têkiliyên Tirkyê bi yekêtiya Ewrupa re gotinên Komsiyonerê Alman di hevpeyvinekê de li gel ajansa Anadolu de tund rexnekirin.

Wek tê zanîn ji dema derbeya leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê di meha borî de, heta niha têkiliyên welatên Yekêtiya Ewrupa bi Tirkiyê re aloz bûne, jiber ku Tirkiyê piştî derbeyê hewil dide hemû saziyên dewletê ji dijberên xwe û kesên sozdar bi derbeyê re temîz bike.

Yekêtiya ewrupa piştî derbeya leşkerî bang li Tirkiyê kir da ku arama wê hebe û xwe ragire, lê Tikiyê bangên Yekêtiya Ewrupa rexne dike û weha dinirxîne ku, ew gefên derbekaran liser tirkiyê giring nabînin.

XS
SM
MD
LG