Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dijî Tirkîyê Cezayên Aborî Datîne Û Biryara Nefirotina Çekan ji wî Welatî re Dide


Roja Duşemê civîna wezîrên derve yên welatên Yekêtîya Ewrûpa li bajarê Bruksel pêkhat. YE biryar da ku sizayên aborî deyne ser Tirkiyê, ji ber lêgerînên wê yên nerewa di ava deryayî û peravên li hemberî Qubrisê encam dide bo deranîna çavkaniyên enerjîyê (petrol û gazê).

Di civîna wezîrên derve yên YE de hat biryar dan ku şerîket û kesên alîkariya Tirkiyê dikin dê hesabên wan yên bankan bihên cemidan û qedexeya seferkirinê dê bikeve ser wan kes û xwedîyên şerîketan û ev dê bikve di çarçovek yasayî de, lê hêjî navê wan kes û şerîketan nehatine ragihandin.

Armanca biryara Yekêtîya Ewrûpa ewe ku Tirkiyê siza bide ji ber binpêkirina yasayên aborî dema li herêma ekonomî ya deryayî li Qubirsê dest bi lêgerînêna çavkaniyên enerjiyê kirbû li hember girava Qubris ya dabeşkirî. Ev biryar dê têkiliyên di navbera Yekêtîya Ewrûpa û Tirkiyê de aloztir bike.

Yekêtîya Ewrûpa ev biryar da piştî ku di biryarek din ya taybet de rawestandina firotina çekdan bo Tirkiyê biryar da, ji ber êrîşa wê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê encam dayî. Dema ku roja 9î Oktobera bûrî dest bo operasyonekê kir bû.

Tikriye dibêje, mafê wê heye ku ew li herêma Qubrisa Tirkan lêgerînan encam bide û ev mafek wê yê yasayî ye.

Dema ku ambargoyên li dij Tirkiyê hatine biryar dan bikevin di warê praktîkê de wî çaxî dê hesabên bankê yên leşkerê Tirk bihên cemidanin û qedexeya seferkirinê bikeve ser kapîtanên wan keştîyan yên beşdarî di kolan û lêgerînên "‌Hydrokarbonatan " de kirîye li peravên Qubrisê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Tikriyê sala 1974 di opresyonek leşkerî de êrîşî ser Qubrisê kirbû û beşa Tirkî xistbş jêr kontrola xwe.

Tirkiye demek dirêje, li bendê ye bibe endama Yekêtîya Ewrûpa, lê heta niha nehatîye pejirandin ji ber ku Ewrûpa dibêje, Tirkiye li gur kirîterên Ewrûpa yên demokrasî û mafên mirovan tevnagere. Yekêtîya Ewrûpa dide zanîn ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan operasyonan li dij hevirkên xwe yên opozisyonê encam dide û dixwaze baladestîya xwe zêde bike û her tiştî bixe jêr kontrola xwe, ev jî dibe sedem ku Yekêtîya Ewrûpa bêje ,êdî Tirkîye ne hêjayî endametîya Yekêtîya Ewrûpa ye.

XS
SM
MD
LG