Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena EU Daxwaz Dike Firotina Çekan Ya Erebistana Saudî Bihê Qedexekirin


Weke reaksiyon li hember kuştina sivîlan li Yemenê, Parlamena Yekêtiya Ewrupa daxwaz dike ku êdî welatên Yekêtiya ewrupa çekan ne firoşin Erebistana Saudî.

Di daxwaznamê de, tê gotin ku, hevbendiya li dij Yemenê, bi pêşberîya Erebistana Saudî êrîş li dij alîgirên Husî pêktîne, gelek sivîlan di van êrîşan de jiyana xwe jidest dane.

Roja Pênşemê 25î sibatê di parlamenê Ewrupa de, prosesa dengdanê liser mijara qedexeya liser firotina çekan ya Erebistana Saudî pêkhat, di encamê dengdanê de, derket hole ku, bi pirnaiya dengan qedexe liser çekfirotina jibo Erebistana Saudî hatiye erê kirin, 449 endaman dengê ERÊ, 36 endaman dengê NA bi karanîne, herweha 78 endam bêdeng mane.

Rûniştina roja Pênşemê ya PE taybet bu, bi pirsgirêkên Yemenê, Parlamenê daxwaz ji Federica Mogherini berpirsa Dîplomasiya YE kirine da ku vê daxwazê bicî bînin û qedexa firotina çekan jibo Erebistana Saudî bi cih bînin.

Wek tê zanîn ev demek dirêje şerên navxuyî li welatê Yemenê tên berdewamkirin, 21 Mîlion kes li Yemenê pêwîstiya wan bi alîkariyên lezgîn hene ev jî dike rêjeya 82% ji welatiyên Yemenê, herweha 2 mîlion zaro ji xwendin û perwerdê bêpar mane, hevpeymaniya Erebiy Kendavê, ya bi serkêşiya Erebistana Saudî êrîşên xwe li ser welatê Yemenê berdewam dike, bi hezaran kesên sîvîl heta niha bûne qurbanên van êrîşan.

XS
SM
MD
LG