Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Biryar da ku Brexîtê Heta 31’ê Rêbendana 2020'an Paş Bixe


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk îro Duşemê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa biryar da ku Brexîtê heta 31’ê Rêbendana 2020'an paş bixe.

"YE bi hemî 27 endamên xwe hevbîr bû daxwaza Brîtanya ya zêdekirina dema derketin ji YE pejirand… lê ger parlamana Brîtanya pêşnîyara veqetînê zûtir erê bike, hîngê "Brexit dikare zûtir pêk were.”

Yekîtîya Ewrupa di civîna balyozan de li Brukselê biryara zêdekirina muhletê da, piştî ku Fransa dijberîya xwe vekişand.

Hikûmeta Fransî hefteya borî daxwaza Yekîtîya Ewrupa blok kiribû û jibo derbazkirina biryarekê, divê hemî endam bi yekdengî piştgirîya wê bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG