Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dixwaze Peymana Ser Îdlibê Sivîlan Biparêze


Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê got ku divê peymana Rûsî û Tirkî ya ser Îdlibê, sivîlan biparêze û rê bide alîkarîyên mirovahî.

“Bendewarîya me ev e ku peymana Rûsî û Tirkî parastina jîyana sivîlan garantî bike û rê bide gîhandina alîkarîya mirovahî,” berdevkeke Yekîtîya Ewrupa di preskonferansekê de got.

Serokê Rûsya Vladimir û yê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li hev kiribûn ku herêmeke ewle ya bêleşker li Îdlibê were damêzrandin, hemî çekên giran û rêxistinên tundrê yên wek El Nusra û wek wê ji wê herêmê werin derxistin.

Putin dabû zanîn ku ew herêm ji hêla leşkerên Rûsî û Tirk ve were parastin û ewê heta 15’ê Cotmehê têkeve jîyanê.

XS
SM
MD
LG