Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Serkirdeyên Ewrupî Dîtina Vaksînekê bo Korona Nêzîk Nabînin


Di huşdariyên ciyawaz de, du serkirdeyên ewrupî ji welatiyên xwe re got ku pêwîste cîhan bi jiyana li gel Vîrusa koronayê re were û li bendê nemîne ku vaksînek jê re bê dîtin û pê bê parastin.

Axaftinên serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte û yê Brîtanya Boris Johnson tên di demekê de ku gelek welat, di nav de jî Amerîka rastî fişarên tund ên abûrî dibine û hewla vekirina abûriyên xwe didine.

Giuseppe Conte
Giuseppe Conte

Conte, di bin fişara serkirdeyên herêmî de, Roja Duşemê rê dide xwaringeh, yaneyên şevê û qeraxên deryayî ku vebin û di heman rojê de dêr û firoşgeh jî vedibin.

Conte got:

"Em rastî metirsiyekê dibine û divê em wê bipejirînin. Eger ne wiha be, em qet nikarin dest bi vekirinê bikin.”

Wî got Îtalya nikare li bendê be heta ku vaksînek bête sazkirin.

Boris Johnson, wî jî got renge vaksînek qet neyê çêkirin jî, li gel hewlên mezin ên cîhanê di vê derbarê de.

Boris Johnson
Boris Johnson

Wî di rojnameya Mail de îro Yekşemê nivîsî:

“Min got ku em dê her tiştekî bikin ji bo dîtina vaksînekê... riyeke gelekî dirêj li pêş e, û divê ez bi zelalî bêjim ku renge vaksîn kar neke jî.”

Ta niha 4.6 milyon kes li cîhanê bi vîrusê ketine û 312,000 kes mirine, li gor amarên zanîngeha John Hopkins.

XS
SM
MD
LG