Lînkên eksesibilîtî

Yekîtiya Ewrupî Kiryarên Tund Dijî Welatên Jêderên Koçberan Dide Berçavan


Komisyonerê Yekîriya ewrupî yê koçberan dibêje renge Broksêl alîkariya vewejandinê rawestîne û bendên bazirganî û dayîna Vîza bide ser welatên jêderên koçberan li Asya û Afrîqa, da wan neçar bike kesên ku mafê penaberiyê wernegirtî vehewîn in.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya The Times a Birêtanî ku îro Şemiyê hat belavkirin, Dimitris Avramopoulos got serkirdeyên Ewrupî ”Rawesta alîkarî û pirojeyên mezin ên vewejandinê didin berçavan. Me weberhênan li van herêman kir da em derfetan li wir çêkin û xelk li wan welatan bimîne.”

Wî got welatên ku hevrêziyê nakin renge rastî bendên wergirtina Vîza bên.

Di van demên dawî de Almanya huşdariya rawestana piroseya Vîza da welatên ku vegerandina koçberên xwedî doseyên redbûyî napejirîn in.

XS
SM
MD
LG