Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeva Spaskirinê jibo Helbestvan û Rojnamevan Xelefê Zêbarî


Jibo helbestvan û rojnamevanê Kurd Xelêfê Zêbarî, ji alîyê Şaredarîya Surê ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê û bi hevkarîya Komeleya Rojnamevanên Kurd li Washingtonê şeva spaskirinê hat lidar xistin.

Bername li Mala Hunerê ya Surê ku avahîyeke pir dîrokî ye, pêk hat. Di şeva spaskirinê de Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Cîgirê wî M.Alî Altinkaynak,sîyasetvanên Kurd Mazhar Zumrut û İbrahîn Guçlu, rojnamevan Robîn Reşvan û Maşallah Dekak, nivîskar Şehmus Dîken, Edîp Polat, Dîlawer Zeraq, Fahrî Karakoyun, Cîhan Yildirim, Amed Kanî, helbestvan Arjen Arî, hunermend Farqîn û dengbêj Cafer û gelek kesên din beşdar bûn

Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş destnîşan kir ku jibo xizmeta ziman û ferhenga Kurdî sînor tune ye û pêşdebirina ferheng û toreya Kurdî de rola helbestvan û nivîskarên jî pir mezin e. Abdullah Demîrbaş got, Xelefê Zêbarî jî bi xizmetên xwe yên mezin rola xwe bi serbilindî bîcîh anîye.

Rojnamevan Robîn Reşvan jî di darxistina şevê de amade bû û hest û hizrên xwe yên ser Xelefê Zêbarî destnîşan kir. Wî bal kişand ku Xelefê Zêbarî xizmetên pir hêja ji ziman û wêjeya Kurdî re kirine. Reşvan her wiha dîyar kir ku ew xwe pir bextewar dibîne ku wekî hevkarê wî bi Xelefê Zêbarî re xebitîye.

Di şevê da jibo xizmeta Xelefê Zêbarî a li ser ferheng û toreya Kurdî, Şaredarîya Surê û Komeleya Nivîskarên Kurd plaket dan. Di şevê da CD’yên ku ji helbestên wî û klasîkên Kurdî ku bi dengê Xelefê Zêbarî dihatin xwendin, ji mêvanan re hatin pêşkêş kirin.

Bernameya şeva da helbestên Xelefê Zêbarî ji alîyê helbestvan Arjen Arî ve hatin xwendin. Helbestvan Arî xebatên Zêbarî bilind nirxand û got, Xelefê Zêbarê şoreşgerê peyîva Kurdî ye.

Di şeva spaskirinê de, her wiha hunermendê navdar Farqîn Azad jî strana "Nesrîn" ya Mihemed Şêxo pêşkêş kir ku yek ji helbestên Xelefê Zêbarî ye. Hunermend Farqîn qala bîranîneke xwe ya bi Zêbarî re kir û got, dengê wî yê taybet her dem bala wî kişandiye û wî ew tiştên pir girîng jibo zimanê Kurdê afirnadine. Dengbêjê xort Cafer jî li ser xatirl Xelefê Zêbarî klamek pêşkêş kir û şeva spaskirinê xemiland.

Şeva spaskirinê ya heklbestvan û rojnamevan Xelefê Zêbarî bi kokteylek dawî bû.

XS
SM
MD
LG