Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husên Alawî: Nemana Hêzên Amerîkî li Îraqê Dê Wêrankarî Be


Serok Trump û hêzên Amerîkî li Îraqê

Piştî kuştina fermandarê sopayê al- Qudis yê Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê fermandarê Heşda Şaabî û fermandarê ketayîbên Hizbollaha Îraqê Ebu Mehdî El Mûhendis, di êrîşeke esmanî de li firîngeha Bexda, bo sedema derketina aloziyên cidî li herêmê.

Ji encama wê bûyerê Yekşemê parlamena Îraqê biryar li ser derkirina hemû hêzên biyanî kir ji Îraqê, serokê Amerîka Donald Trump, piştî biryara parlelmenê Îraqê di twîtekê de nivîsand ku eger ew biryar bi cih bihê ewê sizayên aborî yên gelek giran danin ser Îraqê.

Pisporê ewlekarîya Niştîmanî û mamosteyê zanîngeha El-Nehreyîn Husên Alawî di hevpeyvînekê de gote Dengê Amerîka, "Eger ku Amerîka ji Îraqê derkeve ewê bandoreke gelek xerab hebe û Îraq dê ber bi wêrankarîyê ve here…Hind alî hene dixwazin têkeliyên xwe li gel Amerîka qut bikin, lê hin aliyên din yên siyasî li Îraqê li hember aliyê Şîia weha dibînin ku têkeliyên bi Amerîka re gelek giring in, bi taybet pêkhateya Kurd, Sûnî, û Şîiî, herwiha pêkhateya Krîstiyan û kemaniyên din yên li Îraqê û hind pêkhateyên din yên civakî bi rêzgirtin li peywendiyên bi Amerîka re dinêrin.

Derbarê pirsa biryara hevpeymanîya navnetewî ya şerê li Dij DAIŞê li herêmê û rawestandina çalakiyên li dij DAIŞê, Alawî dibêje"Helbet biryara rawestindina çalakiyan ya rahênan kirin, rawestandina lihev guherîna pêzanînên Îstîxbaratî, piştevaniya esmanî, dê bandoreke gelek xerab li ser şerê li dij terorîstên DAIŞê hebe, bi taybet li herêmên ser sinorê Îraq û Sûriyê û herêmên vekirî bo bermayên rêxistina terorîst DAIŞê."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG