Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê ‘Paketa Ewlekarîya Navxweyî’ Rastî Nerazîbûnan Tê


Partîya deshilatdar ya Tirkîyê, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ev demeke li ser pêşnûmayeke qanûnê ya bi navê ‘Paketa Ewlekarîya Navxweyî’ amadekarîyan dike ku ev jî rastî nerazîbûnên tund yên opozîszyonê tê.

Bi pakêta ewlekarîyê, mafên polîsan têne zêde kirin û wê polîs êdî bikaribin di demên xwepêşandanan de bê destûra dozger û dadgehan tevbigerin.

Partîyên opozîsyonê yên Tirkîyê di serî de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ku li parlamanê cî digirin, vê pakêtê wek qanûna astengkirina mafên demokratîk dinirxînin.

Bi taybet jî HDP dengê xwe bilind dike û dibêje, ger ev pakêt were qebûl kirin ewê li dijî wê protesto û xwepêşandanan bike.

Parêzerê Kurd li Stenbolê Mem Med ‘Paketa Ewlekarîya Navxweyî’ ku ji alîyê hikûmeta AKP’ê ve hatîye amade kirin, ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Ev pakêt jibo mafê mirovan, demokrasî û çareserîya pirsa Kurd gaveke paşve ye. Dema hiqûqnas li dahatuyê vê qanûnê binirxînin wê bêjin, ev qanûn li gor derunî û nîyeta hikûmeta wê demê hatîye çêkirin ku ya herî nebaş jî ev e.”

Parêzer Med, rexneyên opozîsyonê yên li ser vê qanûnê di cî de dibîne û helwesta hikûmetê jî rexne dike.

“Tirkîye li alîyekî behsa pîvanên demokrasîya Yekîtîya Ewropayê dike, li alîyê din jî gavên lewazkirina demokrasîyê davêje.”

XS
SM
MD
LG