Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Ser Çalakîyên Terorî Hişyarîyê Dike


Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka ragihand ku jiber hin welatîyên ji encamên hilbijartinên 3’yê Mijdarê ne razî ne, li welêt rîska lidarxistina çalakîyên terorî zêde bûye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Ewlekarîya Navxweyî agahîyên berdest raber dikin ku hin alîgirên tundrêbûnê yên guherîna seroktîyê qebûl nakin dikarin bo çalakîyên şîdetê dest bi tevbigeran bikin.

Ew daxuyanî nade zanîn ku ti plana terorê heye yan ne, lê çaverê ye ku ew gefa li Amerîka çend hefteyan bidome.

Wezarata Ewlekarîya Navxweyî dîyar kir ku alîgirên tundrêbûnê dikarin jiber sînordarkirinên ser vîrusa korona û hêza polîsan jî çalakîyan li dar xin.

Wê wezaretê ragihand ku dijberîya koçberan jî di nav de hin girjîyên nijadî dikarin rê li ber çalakîyan vekin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku alîgirên Serokê berê Donald Trump di 6'ê Rêbendanê de êrîş biribûn ser Kongresê û di bûyerên tundûtûjîyê de 5 kesan canên xwe ji dest dabûn û merasîma sondê ya Serok Joe Biden jî bi tedbîrên berfireh li dar ketibû.

XS
SM
MD
LG