Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Şêwirmendîya Ewlekarîya Amerîkî Navê Harward Derdikeve Pêş


Robert Harward
Robert Harward

Reuters'ê ragihand ku jibo şêwirmendîya ewlekarîya netewî ya Amerîka ji Robert Harward re, ku berê yek ji fermandarên payebilind yê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) bû, teklîf hatiye kirin.

Piştî ku Michael Flynn, jiber raportên medyayî yên ser peywendîya wî ya bi Rûsan re, roja Duşemê karvekişîna xwe da, cîhê şêwirmendê ewlekarîyê vala ma.

Hîn ne eşkere ye ku Harward teklîf erê kiriye yan na. Çavkanîyên nêzî Qesra Sipî dîyar dikin ku Harward jibo teklîfê bifikre, çend roj wext xwestîye.

Harward, berî Şoreşa Îslamî ya 1979'an li Tehran'ê xwendîye û li Îraq û Afganistan'ê jî tevlî şer bûye.

XS
SM
MD
LG