Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Endamên Civata Ewlekarî Ser Êrîşên Dijî Îdlibê Banga Vekolînê Dikin


Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres xwestin ku êrîşên dijî nexweşxaneyên li bakurê rojavayê Sûrîyê vekole.

Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û hêzên hikûmeta Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya sê mehên berê dijî wir dest bi operasyonê kiribû.

NY dide zanîn ku di operasyonê de heta niha bi kêmî ve 450 kes hatine kuştin û 440,000 kes jî neçar mane ku koç bikin.

Ji endamên NY’ê, Brîtanya, Fransa, Amerîka, Almanya, Peru, Polonya, Kuwêt, Komara Domînîk û Endonezya ji Guterres re ser vekolîna êrîşên dijî navendên saxlemîyê daxwaznameyeke dîplomatîk şandin.

Reutersê ragihand ku di nameyê de hatiye gotin ku ji dawîya Nîsanê vir ve li herêmên ewle yên li hêla Îdlibê 14 tesîs hatine hilweşandin yan zarar dîtine.

Endamên Civata Ewlekarî ya NY didin zanîn ku di nav tesîsan de avahîyên bi piştgirîya NY’ê jî hene û ji Guterres dixwazin ku ew vekolîneke navxweyî bike.

XS
SM
MD
LG