Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eurostat: Daxwaza Penaberîyê li Ewrûpa di Kêmbûn de Ye


Ofîsa statîstîkên welatên Yekêtîya Ewrûpa (Eurostat) ya ku bingeha wê li Luxembourg e. Roja Pêncşemê ragihand ku asta daxwazkarên penaberîyê sala 2018an li çav salên bûrî kêmtir bûye.

Ofîs dide zanîn ku piştî pêlên penberan li sala 2015an hatine Ewrûpa sala 2018an asta herî kêm di çend salên bûrî de hatiye tomar kirin.

Encamên Eurostat ji aliyê saziya Ewrûpî ya Zêrevaniya Sinoran (Frontex) jî hatîye piştrast kirin û di texmîna wan de hatîye ku 150 hezar kes sala bûrî hatine di nava axa welatên Ewrûpa de ku gelek kêmtire ji hejmara 5 salên derbazbûyî bi taybet li hember sala 2015an ku giha bû asta herî bilind.

Sala 2015an piştî şerê cîhanî yê Duyan hejmara herî zêde ya penaberan pêkhat bû, dema ji ber şerên navxweyî yên li Sûriyê û herêmên din yên Rojhaliatanavîn û Afrîqa jibo jiyanek baştir û giyan parastinê qesta Ewrûpa kir bûn.

Di sala 2015an de li welatên Ewrûpa hejmara penberan gihiştbû 1.2 Miloyn kesan.

Eruostat dibêje, li sala 2018an nêzî 580 hezar penaber kêmtir bûne li gur salên bûrî ev jî dike 11% hejmara penaberan ku li kêmîyê daye.

Almaniya welatê herî zêde penaber lê xwecihbûne, paşî welatên weke Fransa, Îspanya, Îtalya û Yunanistanê tên.

XS
SM
MD
LG