Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Ewrupî Ser Alîkarîyeke Nû ya jibo Ukrayna Danûstandinê Dikin


Dîplomatên Yekîtîya Ewrupa (YE) radigihînin ku ew hazirîyê dikin ku jibo Ukrayna plana alîkarîyeke nû ya 20 mîlyar euro (22 mîlyar dolar) bikin.

Ew alîkarî dê jibo Ukrayna ya dijî Rûsya şer dike di 4 salan de were dayîn.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borell, berî civîna wezîrên derve yên yekîtîyê yên Bruksel dîyar kir heta ew bi welatên endam re ser mijarê neaxife ew nikare reqema alîkarîyê bide.

Borell dîyar kir ku ew dê bi dewletên enam re ser ser alîkarîya demdirêj û garantîyên ewlekarîyê danûstandinê bike.

Wî got ku wan ser alîkarîya jibo Ukrayna planeke mezin çêkiriye û ew hêvî dike ku rêberên Ewrupî piştgirî bidin planê.

Çavkanîyeke din ya dîplomatîk jî dîyar kir ku danûstandinên ser planê hîn di qonaxa pêşî de ne û got ku niha ya xuya dibe ji 2024 heta 2027’an 5 mîlyar euoro ye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG