Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Yekîtîya Ewrupa Dê Ser Rewişa Belarûsê Kom Bibin


Li Mînsk ya paytext protestoya dijî Lukashenko
Li Mînsk ya paytext protestoya dijî Lukashenko

Rêberên dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê sibê Çarşemê ser rewişa Belarûsê vîdeokonferansekê çêkin.

Wezîrên derve yên dewletên YE’ê, di civîna roja Înê de, dîyar kiribûn ku ew dikarin dijî Belarûsê toleyan ragihînin.

Wezîra Derve yê Îspanya Arancha Gonzales Laya da zanîn ku ger ew toleyan ragihînin ewê dijî berpirsên tundûtûjîya li ser gel û kesên di hilbijartinê de sextekarî kirine, bin.

Xanim Laya got ku toleyên ew li ser difikirin dijî Belarûs û gelê wê ne.

Serokê Konseya YE’ê Charles Michel jî dîyar kir ku ew naxwazin ku maytekirineke ji derve li ser Belarûsê çêbe.

Aleksandr Lukashenko, ku 26 sal in li desthilata Belarûsê ye, dîyar kiribû ku wî di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de 80 ji sedê dengan sitandîye û serketina xwe ragihandibû.
Rêbera opozîsyonê Svetlana Tihanoskaya û alîgirên wê jî îdia kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û banga protestoyan kiribûn ku do Duşemê jî li Mînsk ya paytext 5000 kes beşdarî protestoyan bûbûn

XS
SM
MD
LG